Nexweşên gurçikan bi zehmetî dermanan peyda dikin

Nexweş li Rojavayê Kurdistanê zehmetiyan di warê peydakirina derman dibînin û bi taybetî nexweşên gurçikan, ku gelek caran bê derman dimînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Nexweş li Rojavayê Kurdistanê zehmetiyan di warê peydakirina derman dibînin û bi taybetî nexweşên gurçikan, ku gelek caran bê derman dimînin.

Ji berî deh salan ve Şivan jiyana xwe bi vexwarina dermanan derbas dike, çimkî di temenê 17 saliyê de nexweşiya "Albort" ya ku li gurçikan dixe pê re çêbû. Jiber nexweşiya "Albort" dê û xuşka Şivan canên xwe ji dest dan û rewşa tenduristî ya birayê wî yê biçûk jî xirab e.

Gelek caran Şivan neçar dibe ku dermanên xwe ne bi rengekî rojane vexwe, ji ber ku ew derman li Rojavayê Kurdistanê peyda nabe û nirxê wan li derveyî herêmê pir buha ye. 

Bijîjkê ku nexweşiya Şivan dişopîne diyar dike ku, "Albort" nexweşiyek malbatî ye û zêdetir bi xortan re çê dibe. Herwiha gelek nîşanên wê hene wek bilindbûna şekir û fişara xwînê. Herwiha ev nexweşî gelek zirarê li guh û çavan jî dike.

Nexweşiya "Albort" li ser asta cîhan û herêmê kêm e, li gorî ku bijîşk dibêjin, alavên ku nexweşiya navborî pê tê nîşankirin li deverê beyda nabin. Herwiha bijîjk tekez dikin ku girîng e ku nexweş vexwarina dermanan berdewam bike, Ji ber ku derfeta vegera nexweşiye heye.