DAIŞê 34 welatiyên Mûsilê kuştin

Çekdarên DAIŞê 34 welatiyên Mûsilê kuştin. Herwiha 13 kesên din jî bi sedema bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê 34 welatiyên Mûsilê kuştin. Herwiha 13 kesên din jî bi sedema bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî hatin kuştin.

Jêderekî ji Polîsa Neynewayê aşkere kir, DAIŞê 34 welatî di dema ku dixwastin birevin, li taxa Şîfa li rojavayê Mûsilê kuştin, ku bi niyaz bûn xwe bigihînin deverên di bin destê hêzên Dijeterora Iraqê ya li wê taxê de.

Ji aliyekî din ve, ji ber bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî li taxa Zencîlî ku Tankiyeke petrolê ya bombebarkirî ya DAIŞê kire armanc, 13 welatî hatin kuştin.

Şer û pevçûn li beşê rojavayê Mûsilê berdewam in, heta niha taxa Mûsila Kevin û taxên Şîfa û Zencelî di destê çekdarên DAIŞê di mane.