Qeter navbênkariya Kwêtê dipejirîne

Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdilrehman Al Sanî îro ragihand, Qeter navbênkariya Kwêtê ya bo kêmkirina nakokiyê li navçê qebûl dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdilrehman Al Sanî îro ragihand, Qeter navbênkariya Kwêtê ya bo kêmkirina nakokiyê li navçê qebûl dike.

Wezîrê Derve yê Qeterê diyar kir, duh Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî şeva borî pêwendiyeke telefonî ligel Emîrê Kwêtê Şêx Hemed bin El-Xelîfa Al Subah kir û amadebûna xwe bo navbênkariya Kwêtê derbirî.

Duh her yek ji Siûdiye, Behrên, Îmarata Erebî, Misr, Yemen, Hikûmeta demkî ya Lîbyayê û Komara Maldîvê pêwendiyên xwe ligel Qeterê birîn.

Ew 7 dewlet, Qeterê bi piştevaniya li grûpên terrorist (Îxwan Muslimîn, Husiyên Yemenê û Qaide), piştevaniya ji ecindeyên Îranê re û têkdana asayişa navçê tuhmetbar dikin.

Wezîrê Derve yê Qeterê tekez kir jî, wan ti karvedanek li hemberî biryarên çend welatên Erebî nekirine, ji ber ku di wê baweriyê da e ku tevahiya pirsgirêk û hevrikiyan dê li ser maseya danûstandinan çareser bikin.