Yildirim: Zorê nedin xetên me yên sor!

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di axaftina xwe ya di Parlementoya Tirkiye de bi gruba AK Partî re, helwêsta Tirkiye beramberî rûdanên dawî li Rojhilata Navîn diyar kirin û bal kişand ku bi destpêkirina Operasyona Reqa, Tirkiye û herêm dikeve rewşek nû de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yildirim destnîşankir ku, bi alîkariya Amerika, rêxistina terorê ( qesda wî PYD, YPG ye) Operasyona Reqa daye destpêkirin. Em tu caran rê nadin, encamên neyênî beramberî Tirkiye derkevin hole. Xetên me yên sor diyar in û çarçoweya xetên me yên sor tên naskirin.

Girêdayî krîza di navbeyna Qeter û welatên din ên Ereb de, em hêvîdar in pirsgîrêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin û am amade ne danûstandinan li gel her aliyekî bikin.