Belçîka soza berdewamiya hevkariyê dide Herêma Kurdistanê

Wezîrê Pêşmerge Kerîm Sincarî li Parlementoya Yekîtiya Ewropa li Belçîkyayê beşdarî di konferanseke taybet bi qonaxa piştî DAIŞê de kir û ligel Wezîrê Bergîriyê yê Belçîkyayê Steven Vandeput civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Pêşmerge Kerîm Sincarî li Parlementoya Yekîtiya Ewropa li Belçîkyayê beşdarî di konferanseke taybet bi qonaxa piştî DAIŞê de kir û ligel Wezîrê Bergîriyê yê Belçîkyayê Steven Vandeput civiya.

Di civînê de Steven Vandeput behsa hevkarî û piştevaniya hikûmeta Belçîkyayê bo hêza Pêşmerge, çareserkirina birîndaran û rahênan û perwerdekirinê kir û ragihand, ji piştî şerê DAIŞê, Belçîka berdewam dibe di hevkariyên xwe de û hewla cidî bo zêdekirina hevkariyan dide, bi taybet di warê dermankirina birîndarên Pêşmerge de.

Di hemberê de, Kerîm Sincarî bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spas û pêzanîna xwe derbirî,  bo hevkarî û hevahengiya leşkerî ya Belçîkyayê bo hêza Pêşmerge di warê dabînkirina kelûpelên leşkerî bo Wezareta Pêşmerge û dermankirina birîndaran de.

Sincarî li ser pêwîstî û pirsa rahênankirina Pêşmerge û birîndaran de axivî û daxwaz kir, ku berdewam bin di hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge de, bo bikarin bi awayekî pêşketî asayiş û bergîriyê li Herêma Kurdistanê bikin.

Herwiha derbarê rewşa bereyên şer û qonaxa ji piştî DAIŞê de Sincarî daxwaza kir ku piştî şikandina DAIŞê û di warê leşkerî de ew piştevanî û hevkariya navdewletî bo nehêştina îdolojiya DAIŞ û tundûtûjiyê bi giştî, berdewam bin.

Di dawiyê de, herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya guftûgo, hevahengî û hevkariya di şerê li dijî DAIŞê û qonaxa ji piştî DAIŞê de kirin, bo nehêştina bîr û baweriya tuntûtûjiyê û îdolojiya tundrewiyê, bo misogerkirina aramî û aştiyê bo hemû pêkhateyên Iraqê.

Hêjayî gotinê ye ku Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Yekîtiya Ewropayê de Dilawer Ajgeyî di civînê de bedsat bû.