DAIŞê berpisayetiya xwe di ber herdu êrîşên Îranê de ragihand

Îro danê sibê 3 çekdaran derbasî nava parlemetoya Îranê bûn û şer û pevçûn di navbera wan çekdaran û paswanan de derket, li gor zanyariyan heta niha ew çekdar di nava parlementoyê de ne û 4 kes jî dîl girtine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê 3 çekdaran derbasî nava parlemetoya Îranê bûn û şer û pevçûn di navbera wan çekdaran û paswanan de derket, li gor zanyariyan heta niha ew çekdar di nava parlementoyê de ne û 4 kes jî dîl girtine.

Li gor ajansa “Mehr” a Îranî, niha ew çekdar hatine dorpêçkirin, lê hîna nehatine desteserkirin. Rewş ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kontrolkirin û deriyên parlementoyê bi temamî hatine girtin û çûnûhatin li kolanên derdora parlemetoyê hatiye qedexekirin.

Herwiha teqe li mezargeha Damizrênerê Komara Îslamî ya Îranê Îmam Xumeynî hate kirin û kesekî jî xwe teqand.

Di encama herdu êrîşan de, heta niha 7 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.

DAIŞê berpirsayetiya herdu êrîşan li parlementoyê û li mezargeha Xumeynî girt ser xwe.