Li Hesekê, endamekî PDK-Sê hat binçavkirin

Asayişa Rojava li bajarê Hesekê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) binçav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava li bajarê Hesekê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) binçav dike.

Asayişa Hesekê bi ser mala Endamê Koîmta Şêwirmendiyê yê PDK-Sê Berzan Silêman li taxa Salihiyê de girtin û ew binçav kirin. Herwiha dest danîn ser otombîla wî jî.

Demek e hêzên ser bi Rêveberiya Xweser endam û serkirdeyên ENKSê û partiyên di nava wê de binçav dike, ku heta niha endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulahendamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso,  endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne. 

Emîndariya Giştî ya ENKSê û hijmarek ji serkirde û cemawerên ENKSê jî roja 4 Hizêranê bi armanca serbestberdana girtiyên di zindanên Rêveberiya Xweser de, li pêş nivîsîngeha Netewên Yekgirtî ya li bajarê Qamişlo mangirtinek de lidar xistibûn.