Almanya serbazên xwe ji Încîlîkê dibe Urdinê

Hikûmeta Almanyayê plana vekişana hêzên xwe yên serbazî jî bingeha Încîrlîkê pejirand. Serbaz dê bo Urdinê bên veguhestin.

K24 – Nvaenda Nûçeyan

Hikûmeta Almanyayê plana vekişana hêzên xwe yên serbazî jî bingeha Încîrlîkê pejirand. Serbaz dê bo Urdinê bên veguhestin.

Encûmena Wezîrana Almanyayê bi serperiştiya Angela Merkel civiya û rewşa serbazên Almanî ku bo têkoşîna li dijî DAIŞ li Binkeya Încîrlîkê ne gotubêj kirin.

Wezîra Bergiriyê Ursula Von der Layen piştî civînê da xuyakirin, yekîniya serbazî ya Almanan ku ji 260 serbazan pêk tên, dê veguhezînin Urdunê.

Da zanîn, ji ber veguhestinê, firokeyên çavdêriyê 2 mehan û yên sotemeniya firokeyan jî heta 3 hefteyan dê nikaribin erkê xwe bicîh bînin û da xuyakirin, valahiya têkoşîna li dijî DAIŞ ewê bi Amerîka re gotûbêj bikin.