KCK: Dema pêvajoyên aştiyê bidawî bûne

Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat ragihand, pêvajoyên aştiyê êdî bidawî hatine. Dem dema têkbirina AK-Partiyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat ragihand, pêvajoyên aştiyê êdî bidawî hatine. Dem dema têkbirina AK-Partiyê ye.

Hozat ji televîzyoneke nêzikê PKKê re axivî û bal kişand li ser axaftinên derbarê pêvajoya aşitiyê de. Hozat rexne li wan axaftinan girt û da zanîn ku li Tirkiyê bingeha aşitiyê nemaye.

Hozat got, hikûmeta Tirkiyê fişarek mezin li dijî siyaseta demokratîk bi rê ve dibe. Lewma di rojeva wan de pêvajoya aştiyê û agirbest nîne û pêvajoyên wekî aştiyê êdî bidawî hatine. Ji bo wan, mijara herî girîng têkbirina AK-Partiyê ye.

Herwiha Hevseroka KCKê got, Kesên ku behsa pêvajoya aştiyê dikin, xizmet ji AK-Partiyê re dikin û hêza berxwadana xelkê dişkînin.

Ev daxuyaniyên Hevseroka KCKê di demekê de ne, ku Berî niha Berdevkê HDPê Osman Baydemîr banga destpêkirina pêvajoya aştiyê kiribû.