Barzanî û Ebadî li ser pirsên siyasî, ewlehî û aborî guftûgo dikin

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêwendiyeke telefonî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêwendiyeke telefonî kirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro belav kir ku, di pêwendiya telefonî de behsa tevahiya pirsên siyasî, ewlehî û aborî û Herwiha çawaniya birêveçûna şerê Mûsilê hate kirin.

Di beşeke din de hat belavkirin, di guftûgoya telefonî de berdewamiya hevahengiya bilind di ware leşkerî ligel Pêşmerge bo rizgarkirina tevahiya qeza û navçeyên din yên di destê DAIŞê de mane de hatin kirin.

Hat ragihandin jî, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya yekrêziya di navbera wan de kirin, da ku bi çi awayekî din bandor li ser serkeftin neke, ji ber ku wan ew hêz ji serkeftina bi ser terorê de û aramiya navçeyên rizgarkirî nêzîk bûne.

Ev zanyarî heta niha ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje pê nehatiye kirin û hîn ti nûçeyek derbarê encamdana vê pêwendiya telefonî belav nekiriye.