Jêderekî ewlehiya Îranê: Êrîşberên Tehranê, xelkên Sine û Kirmanşanê ne

Jêderekî ewlehiya Îranê ragihand, êrîşberên êrîşa roja Çarşema borî ya li ser parlementoya Îranê û mezargeha Îmamê Xumeynî li Tehranê, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ewlehiya Îranê ragihand, êrîşberên êrîşa roja Çarşema borî ya li ser parlementoya Îranê û mezargeha Îmamê Xumeynî li Tehranê, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Wî jêderî aşkere kir, “Ew grûpa ku êrîşî ser avahiya parmentoyê kirine, Kurdên parêzgeha Kurdistanê Sine bûne û ewên din jî ku êrîşî ser mezargeha Îmamê Xumeynî kirine, piraniya wan xelkê bajarê Kirmanşanê ya rojhilatê welat in.”

Herwiha got: “Lê wê jina ku li hewşa mezrgeha Îmam Xumeynî, ya ku berî xwe biteqîne hatiye desteserkirin, xelkê bajarê Boşehrê ya li başûrê Îranê ye.”

Duh jî, Wezîrê Îtîlaeta Îranê Mehmûd Elawî gotibû, “Li yek ji taxên derdora Tehranê plansazê êrîşê hate kuştin” bêyî ku nasnameya wî aşkere bike.

Tê zanîn, di roja êrîşên li ser Tehranê de, DAIŞê berpirsayetiya xwe ji ber wan herdu êrîşan de ragihandibû, ku di encamê de 17 kes hatibûn kuştin û 44 kesên din birîndar bûbûn.