Ebadî: Operasyona Tilefer û Hiwêce nêzîk bûye

Serokwezîrê Iraqê aşkere kir, di demeke nêzîk de bajarokên Tilefer û Hiwîce ji destê DAIŞê rizgar dikin. Ragihand jî, hêzên Iraqî derbasî sînorê ti welatekî din nabin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê aşkere kir, di demeke nêzîk de bajarokên Tilefer û Hiwîce ji destê DAIŞê rizgar dikin. Ragihand jî, hêzên Iraqî derbasî sînorê ti welatekî din nabin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna ligel fermadarên serbazî yên Heşda Şeibî de ragihand, hêzên Heşda Şeibî ew deriyê sînorî yê ku DAIŞ tê re hatine nava xaka Iraqê girt. Herwiha ew navçeyên ku Heşda Şeibî kontrol kirine, hikûmetên berê yên Iraqê nikarîbû wan kontrol bike.

Ebadî got jî, operasyona rizgarkirina bajarokên Tilefer û Hiwêce dê demeke nêzîk de dest pê bike.

Ebadî teke kir jî, hêzên Iraqî di dawî pêngavên xwe de, ji serkeftin û kontrolkirina tevahiya xaka Iraqê nêzîk bûne.