Serokatiya Herêma Kurdistanê: Referandûm karîgeriyê li ser şerê DAIŞê nake

Li ser pirsa encamda referandûmê li Herêma Kurdistanê, ku biryar e roja 25ê Îlona îsal bi rê ve biçe, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê radigihîne, encamdana referandûmê ti karîgeriyekê li ser li ser hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser pirsa encamda referandûmê li Herêma Kurdistanê, ku biryar e roja 25ê Îlona îsal bi rê ve biçe, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê radigihîne, encamdana referandûmê ti karîgeriyekê li ser li ser hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de nake.

Serkirdayetiya siyasî ya Kurdistan bi tevahî çavên xwe xistine ser referandûmê û dixwazin gavên berve serxwebûnê asantir bikin. lê nêrîn û helwestên berpirsên Iraq yên cuda hene, ku niha beşek ji wan dibêjin: “Referandûm karîgeriyeke xirab li ser şerê DAIŞê dike.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ji K24ê re got: “Ewlewiyeta Herêma Kurdistanê jinavbirina terorê li her cihekî ye. Encamdana referandûmê ti karîgeriyekê li ser li ser hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de nake.”

Dema artêşa Iraqê bê rûbirûbûn, navçeyên berfereh ji Iraqê xiste jêr destê DAIŞê, Pêşmerge şerekî giran û dijwar li hember terorê dike, di wê demê de jî Pêşmerge karî kilîta tevahiya deriyên Mûsilê ku dilê DAIŞê bû, radestî artêşa Iraqê kirin.

Serokerkanê Hêza Pêşmerge Cemal Êminkî ji K24ê re wiha axivî: “Şerê DAIŞê ji sedî 95 bidawî bûye. Di eniyên şer de hevahengiyeke baş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye. heger niyaza Iraqê pak be, ti karîgeriyek li ser karta şerê DAIŞê nabe.”

25 Îlona îsal roja biryardana li ser çarenivîsê ye, Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê amadekariyên xwe dike bo li hemû ew navçeyên ku bi xwîna Pêşmer rizgar bûne, referandûmê tê de bi rê ve bibe.