Hêzên Iraqî deriyekî sînorî bi Sûriyê kontrol kir

Hêzên Iraqê deriyê sînorî yê Welîd li ser sînûrê Sûriyê kuntrol kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Iraqê deriyê sînorî yê Welîd li ser sînûrê Sûriyê kuntrol kirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand, îro hêzên Iraqê operasyonek di bin navê Fecra Nû ji bo kontrolkirina navçeyên li ser sînorên Sûriye û Urdinê bi beşdariya hêzên Parêzvanên Sînoran, Heşda Şeibî û Heşda El-Eşaîr dest pê kiriye.

Hêzên Iraqî karîne deriyê Welîd yê Sînorî kontrol bikin .

Hevdem fermandarê Lîwa 13emîn a Heşda Şeibî Qasm Muslih ragihand, hêzên wan karîne navçeyên sînorî yên di navbera Iraq û Sûriyê li rojavayê Mûsilê kontrol bikin, ku  piştî sala 2003an hikûmeta Iraqê desthilat li wan navçeyan ji dest dabû.