Hêzên Iraqî derbasî taxa Mûsila Kevin dibin

Hêzên Iraqî îro danê sibê çûn nava taxa Mûsila Kevin li rojavayê bajêr û xwe bo kontrolkirina wê taxê û tevahiya bajêr amade dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Iraqî îro danê sibê çûn nava taxa Mûsila Kevin li rojavayê bajêr û xwe bo kontrolkirina wê taxê û tevahiya bajêr amade dikin.

Fermandarê Operasyonê Ferîq Rukin Ebdilemîr Yarelah di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên artêşê, Dijeterorê û Polîsa Federalî dest bi operasyona derbasbûna nava taxa Mûsila Kevin kirin.

Derbarê destpêkirina êrîşa li ser taxa Mûsila Kevin, NY hişyar da, ku 100 sivîl di wê taxê de dorpêçkirî ne, bê av, xwarin û derman in.

Herwiha NY got jî, DAIŞ sivîlan wek metalên mirovî bikar tîne û her malbatê ku hewl bide ji wê taxê bireve rastî guleyên nîşanvanên DAIŞê tê.

Operasyona kontrolkirina bajarê Mûsilê ku ket meha xwe 9emîn, çekdarên DAIŞê tenê di taxa Şîfa û taxa Mûsila Kevin de mane.