Ebadî li Tehranê ye

Bi serdaneke ne plankirî bû, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Riyazê paytexta Siûdiyê berve Tehranê paytexta Îranê çû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi serdaneke ne plankirî bû, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Riyazê paytexta Siûdiyê berve Tehranê paytexta Îranê çû.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Ensarî di hevdîtinekê ligel rojnameya “Wîfaq” a Îranî de got, “Berî wê serdanê plana serdanê tune bû, ew serdan li gor pêwîstiyên vê qonaxê hat.”

Hisên Ensarî got jî, di vê serdanê de, başkirina pêwendiyên  di navbera herdu welatan de û dawî şerê li dijî terorê û qonaxên piştî bidawîhatina DAIŞê tên guftûgokirin.

Di heman çarçovê de, Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî ragihand, serdana Ebadî bo Tehranê bo behskirina pêwendiyên di navbera Iraq û Îranê de bi taybet di warê aborî û qonaxa nû de ye, ji ber ku Iraq yek ji welatên girîng ên navçe ye di çareserkirina pirsgirêk û şerê li dijî terorê de.

Çûna Ebadî bo Tehranê di vê qonaxa niha ya welatên Kendava Erebî de, wek hewleke navbênkarî tê hejmartin, bi taybet ku hejmarek ji welatên Erebî Qeter bi piştevaniya terorê tuhmetbar dikin û pêwendiyên xwe ligel Qeterê birîbûn.

Tê zanîn ku Ebadî duh biserdanekê gihêştibû Sûidiyê.