20 parêzgarên Bakur û Tirkiyê hatin dûrxistin

Li Tirkiyê, parêzgarên Wan û Rihayê jî di nav de 20 Parêzgar ji erkê hatin dûrxistin û cihê 20 parêzgaran jî hat guhertin ku di nav de parêzgarên Diyarbekir, Dêrsim û Bidlîsê jî hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê, parêzgarên Wan û Rihayê jî di nav de 20 Parêzgar ji erkê hatin dûrxistin û cihê 20 parêzgaran jî hat guhertin ku di nav de parêzgarên Diyarbekir, Dêrsim û Bidlîsê jî hene.

Biryarnameya Wezareta Navexweyî ya derbarê Parêzgaran de, di rojnameya fermî de hat weşandin. Li gor vê Cîgirê Wezîrê Navxweyî jî di nav de 20 parêzgar ji erkê hatin dûrxistin. Di nav de parêzgarên 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê, Yên wek Wan, Agirî û Meletî jî hene.

HerwIha cihê 20 parêzgaran jî hat guhertin, ku 11 ji wan bajarên Bakurê Kurdistanê ne.

Hat ragihandin, Parêzgarê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy jî di nav de cihê parêzgarên Çewlîg, Dêrsim, Sêrt û Şirnexê û gelek bajarên din hate guhertin.