Berpirsê teqînên DAIŞê hate kuştin

Berpirsê teqînan ê DAIŞê Ebû Furqan Mûsilî li rojavayê Mûsilê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê teqînan ê DAIŞê Ebû Furqan Mûsilî li rojavayê Mûsilê hate kuştin.

Jêderekî ji ewlehiyê ji medyayê Iraqê re ragihand Di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê li taxa Şîfa ya rojavayê Mûsilê de, berpirsê teqînan ê DAIŞê Ebû Furqan Mûsilî hate kuştin.

Wî jêderî amaje bi wê jî da, ji bilî kuştina berpirsê teqînan a DAIŞê, 15 çekdarên din jî hatin kuştin û hêzên ewlehiyê bo kontrolkirina wê taxê de di pêşveçûnê de ne.

Zêdetirî ji 2 mehan e hêzên Iraqî çekdarên DAIŞê di taxa Mûsila Kevin de dorpêç kirine û şer û pevçûn jî bo kontrolkirina wê taxê jî berdewam in.