Yekem karwana leşkerên Tirkiyê diçe Qatarê

Li gor medyaya Tirkiyê, di karwana yekemîn de 25 leşker û 5 wesaîtên zirxpoş cih bigirin û dê ji bo Qatarê werin şandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor medyaya Tirkiyê, di karwana yekemîn de 25 leşker û 5 wesaîtên zirxpoş cih bigirin û dê ji bo Qatarê werin şandin.

Niha li Qatarê 88 leşkerên Tirkiyê hene û bi karwana îro dê li Qatarê 113 leşkerê bicih bibin. Herwiha dê şandina leşkeran di demên pêş de jî berdewam bike.

Tê pêşbînîkirin, dê yek hezar leşkerên Tirkiyeyê li Qatarê werin bicihkirin.

Hat zanîn Tirkiye dê wesaîtên zirxpoş ên sivik ji bo Qatarê bişîne, lê wesaîtên giran yên wekî tank nayên şandin.

Şandina leşkerên Tirkiyê yên bo Qatarê di demek wiha de tê, ku welatên Kendava Erebî amborgoyek tund danîne li ser Qatarê û pêwendiyên xwe yên dîplomatîk dane sekinandin.