Bo birêvebirina Reqayê, ESD bersiva Îtîlaf dide

Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Riyaz Derar bersiva koalisyona Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) dide û dibêje, ew bi çi awayî beşdarî rizgarkirina Reqayê nebûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Riyaz Derar bersiva koalisyona Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) dide û dibêje, ew bi çi awayî beşdarî rizgarkirina Reqayê nebûne.

Hevserokê ESDê Riyaz Derar li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” derbarê daxuyaniyê Îtîlafê ya derbarê birêvebirina bajarê Reqayê nivîsandiye: “Bi kêmanî heger beşdarî rizgarkirina wê bibana. Tevî wê emê pêşwaziya wan bikin, heger baregehên xwe ji Stenbolê veguhêzin Reqayê. Emê niştebûnê jî ji wan re peyd bikin.”

Îtîlafê li Stenbolê ragihandibû, ew aliyê tekane û rewa ne bo birêvebirina Reqayê û her bijardeyeke din ku bi zorê li ser wan bê ferzkirin, dê bibe destpêka şerekî navxweyî.

Ev daxuyaniya Îtîlafê di demekê de ye, ku HSDê Encûmena Sivîl a Reqayê ji herdu pêkhateyên Ereb û Kurd ji roja 18 Nîsana borî ve li bajarokê Eyn Îsayê ragihandiye.

HSDê ji roja 6 Hezîranê ve dest bi operasyona kontrolkirina Reqayê kiriye û heta gelek tax li aliyê rojhilat, bakur û rojavayê bajêr ve ji destê DAIŞê rizgar kiriye.