Mesrûr Barzanî: Kurdistaneke serbixwe dibe fakterê karîger di şerê li dijî teror û beşdariyeke wê ya bi bandor dibe bo aramiyê li navçê

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hewla berfereh tê kirin, da ku nîgeraniya li navçê nemîne civaka navdewletî dilniya bibe ku Kurdistaneke serbixwe dibe fakterê karîger di şerê li dijî teror û tundûtûjiyê û beşdariyeke wê ya bi bandor dibe bo aramî û aştiyê li navçê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îro di dema hevdîtinekê ligel bi şandeke bilind ya Yekîtiya Ewropayê  bi serpereştiya Nûnerê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Patrick Sîmon got: “Gelên Kurdistanê bi niyaz in bi awayekî demokratîk xwastekên xwe bi riya referandûmê ji civaka navdewletî re aşkere bikin û Herêma Kurdistanê jî riya guftûgo û danûstandinê digire ber, bo ew xwastekên welatiyên Kurdistanê cibicî bike.

Her di wê civînê de, ku çendîn balyoz û kunsulên welatên Ewropî amade bûn, dawî guhartinên li navçê û rûbirûbûna terorê hatin û pirsa referandûma Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Bo çareserkirina pirsgirêkan û jihevtêgihêştina zêdetir jî, tekezî li ser binemayên guftûgo û danûstandinê di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin, bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan.