Rojnamevana Francî jî canê xwe jidest da

K24 – Navenda Nûçeyan
Yeka din ji rojnamevanên tîma kenala France24 a ku li bajarê Mûsilê bombeyek bi wan de teqiyabû, ji ber giraniya birînên xwe canê xwe jidest da.
Tîma televizyona France24 ku ji çend hefteyan bo romalkirina şerê Mûsilê li Kurdistanê bûn, roja 19 Hezîranê di dema romalkirina şerê li taxa Mûsila Kevin, bombeyek bi wan teqiyabû.
Destpêkê wergêrê Kurd Bextiya Hedad canê xwe jidest dabû, piştre rojnemavanê Fransî Stephane Villeneuve canê xwe jidest dabû.
Îro jî peyamnêra kenala France24 Veronika Robert ji ber giraniya birînên xwe canê xwe jidest da.