DAIŞ çarenivîsa Bexdadî aşkere dike

Jêderekî ji parêzgeha Neynewayê ragihand, DAIŞê giştînameyek li mizgeftên Tileferê belav kiriye, tê de daxwaz ji çekdar û alîgirên xwe dike, ku çaverêyî daxuyaniyekê derbarê Ebû Bekir Bexdadî bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji parêzgeha Neynewayê ragihand, DAIŞê giştînameyek li mizgeftên Tileferê belav kiriye, tê de daxwaz ji çekdar û alîgirên xwe dike, ku çaverêyî daxuyaniyekê derbarê Ebû Bekir Bexdadî bin.

Piştî ku Rûsyayê ragihand ku bi baweriyeke mezin wan Bexdadî kuştine, demek e medya mijûlî çarenivîsa Bexdadî ne. Li gor hinan ku Bedadî di êrîşeke Rûsyayê de hatiye kuştin, hinên din jî dibêjin ku Bexdadî hîn di jiyanê de ye û di navbera Iraq û Sûriyê de diçe û tê.

Wî jêderî ku nexwastiye navê wî bê aşkerekirin dibêje, ew name dê bi riya radyoyê tê belavkirin, nayê zanîn ku naveroka wê peyamê çi ye, lê şilejiyaneke diyar derbarê wê bûyerê de heye, wek ku nûçeya kuştina Bexdadî rast be.

Wî jêderî amaje bi wê dike, ku tê pêşbînîkirin, nûçeya kuştin yan redkirina kuştina Bexdadî bê ragihandin.

Jêder: Spuynik