Qeter hembêza xwe ji Îranê re vedike

Piştî rojekê ku Qeterê 13 xal û mercên welatên Erebî red kirin, di pêwendiyeke telefonî di navbera Mîrê Qeterê û Serokê Îranî de. Îranê piştevaniya xwe ji Qeterê re ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî rojekê ku Qeterê 13 xal û mercên welatên Erebî red kirin, di pêwendiyeke telefonî di navbera Mîrê Qeterê û Serokê Îranî de. Îranê piştevaniya xwe ji Qeterê re ragihand.

Nivîsgeha Rojnamevanî ya Serokê Îranê belav kir, di pêwendiyeke telegonî di navbera Mîrê Qeterê û Serokê Îranî de, tekezî li ser pêwendiyên Tehran û Dewhayê hate kirin, bo çareserkirina pirsgirêkên cîhana Îslamî jî amadehiyên xwe bo hevkariya hevûdu kirin.

Rûhanî bi redkirina “dorpêça” ji aliyê Erebestana Siûdiye û welatên din Erebî ya li ser Qeterê re ragihand, “Sînorê esmanî, bijayî û deryayî ji hemû welatên bira û cîran re vekirî ye.”

Ji roja 5 Hezîranê ve, her yek ji Siûdiye, Behrên, Îmarata Erebî, Misr, Yemen, Hikûmeta demkî ya Lîbyayê û Komara Maldîvê pêwendiyên xwe ligel Qeterê birîn.

Ew 7 dewlet, Qeterê bi piştevaniya li grûpên terrorist (Îxwan Muslimîn, Husiyên Yemenê û Qaide), piştevaniya ji ecindeyên Îranê re û têkdana asayişa navçê tuhmetbar dikin.

Hikûmeta Îranê amadehiya xwe bo vekirina sînorê xwe ji Qeterê re ragihand û bi dehan ton ji Xwarak û pêwîstiyan hinarde wî welatî û esmanê xwe jî li pêş firokeyên Qeterê vekir û 4 bender jî bo hatûçûna geştiyarên wî welatî re Texan kir.

Emîrê Qeterê di wê pêwendiya telefonî ya ligel Serokê Îranê de ragihand, “Hembêza Qeterê bo karkirin û hevkariya bi hev re vekirî ye.”

4 welatên Erebî komek xal û merc danîn pêş Qeterê, di yekem xal de jî daxwaz ji Qeterê kirin ku endamên artêşa Pasdaran ji welatê xwe derbike, pêwendiyên leşkerî û ewlehiyê û asta pêwendiyên diplomatîk yên ligel Îranê kêm bike. Herwiha pêwendiyên bazirganî jî ligel Îranê di çarçova sizayên navdewlet de birêk bixe.