Berpirsê firokeyên bê firokvan ê DAIŞê hate kuştin

Berpirsê firokeyên bê firokvan ê DAIŞê li nêzîkî bajarokê Tileferê di êrîşeke firokeyên şer ên Iraqê de hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê firokeyên bê firokvan ê DAIŞê li nêzîkî bajarokê Tileferê di êrîşeke firokeyên şer ên Iraqê de hate kuştin.

Jêderekî ewlehiyê ji parêzgeha Neynewayê ji medyayên Iraqê re ragihand, firokeyên şer ên Iraqê pêgehên DAIŞê li sînorê bajarê Tileferê bombebaran kirin, di encamê de Berpirsê firokeyên bê firokvan ê DAIŞê û çend çekdarên din hatin kuştin.

Wî jêderî amaje bi wê jî da, ew berpirsê DAIŞê bi navê Ebû Hefsa ye û erkê wî çavdêriya tevgera hêzên Iraqî bû.

Di demên borî de gelek serkirdeyên DAIŞê di encama bombebarana firokeyên şer de hatine kuştin.