Amerîka: Hikûmeta Iraqê Mûsilê bi rê ve dibe

Amerîka ragihand, hikûmeta Iraqê karûbarê Mûsilê ji piştî kontrolkirina ji DAIŞê, birêve dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka ragihand, hikûmeta Iraqê karûbarê Mûsilê ji piştî kontrolkirina ji DAIŞê, birêve dibe.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîk Heather Nauert aşkere kir, ti planeke Washingtonê bo birêvebirina Mûsilê ji piştî DAIŞê daneriştiye û ev yek ji erkê hikûmeta Iraqê ye.

Heather Nauert tekez kir, Amerîka di warê siyasî de ti planek bo Mûsulê ji piştî DAIŞê daneriştiye, hêzên wan li navçêyên rizgarkirî tenê mijûlî pakirina mîn û bombeyên DAIŞê dibin û kar bo vegera koçberên Mûsilê dikin.

Pêşketinên hêzên Iraqî li rojavayê Mûsilê berdewam e, piraniya taxan ji DAIŞê hatine rizgarkirin û tenê beşeke biçûk ji Mûsila Kevin di destê DAIŞê de maye.