Taxa Şîfa li rojavayê Mûsilê hat kontrolkirin

Fermandariya operasyona “Qadîmon ya Neynewa” di daxuyaniyekê de belav kir, hêzên Iraqî karîn taxa Şîfa li Mûsila Kevin bi tevahî kontrol bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya operasyona “Qadîmon ya Neynewa” di daxuyaniyekê de belav kir, hêzên Iraqî karîn taxa Şîfa li Mûsila Kevin bi tevahî kontrol bikin.

Got jî, ji encama kontrolkirina wê taxê jî ziyan gihêştiye hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê.

Pêr, hêzên Iraqî taxên Sercxane û Farûq li Mûsila Kevin kontrol kiribûn.

Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandina Şer ragihand, hêzên Polîsa Federalî mizgefta Keib Bin Malik, Mizgefta Omereye û westgeha sotemeniyê ya Cumhorî û navçeya Rebîa li Mûsila Kevin kontrol kiribûn.

Şaneya ragihandinê aşkere kir, di encama kontrolkirina wan navçeyan de 107 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 64 bombeyên çandî hatin pûçkirin.

Roja 29 Hezîranê borî, hêzên Iraqî mizgefta Nûrî û Minareya Hedba kontrol kiribûn, ev jî bi şikestina temam a DAIŞê li Iraqê tê hejmartin.