Çend nevçeyên din li Mûsilê hatin kontrolkirin

Mizgefta Hîlal Hebeşî, navçeyên Mekawî û Bab Lekeş li Mûsila Kevin ji aliyê Polîsa Federal a Iraqî ve hatin kontrolkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mizgefta Hîlal Hebeşî, navçeyên Mekawî û Bab Lekeş li Mûsila Kevin ji aliyê Polîsa Federal a Iraqî ve hatin kontrolkirin.

Jêderekî ji hêzên Polîsa Federal a Iraqî ragihand, hêzên wan mizgefta Hîlal Hebeşî, navçeyên Mekawî û Bab Lekeş li Mûsila Kevin bi tevahî kontrol kirin û hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê kuştin.

Hevdem, Fermandarê Polîsa Federalî Ferîq Raid Şakir Cewdet amaje bi nêzîkbûna hêzên wan ji dawî navçeyên di bin destê DAIŞê de I Mûsila Kevin jî da.

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê radigihîne, tenê kuştin yan xweradestkirin li pêş çekdarên DAIŞê li Mûsilê maye.