Erdogan bi Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê civiya

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Shoygo re hevdîtin pêk tîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Shoygo re hevdîtin pêk tîne.

Li gor malpera Serokatiya Tirkiyê ragihandiye, îro Yekşemê 2.07.2017 li bajarê Stenbolê Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ligel Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Shoygo re derbarê civînên Astanayê ku, biryar e di 4 û 5vê mehê werin li darxistin civiya.

Hate diyarkirin ku, Serfermandarê Artêşa Tirkiyeyê Hulusi Akar, serokê MITê Hakan Fidan û Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalin jî beşdarî civînê bûne.

Civîna ku li Koşka Tarabyayê dest pê kir, ji çapameniyê re girtî dewam dike.