Melayê nûçeya kuştina Bexdadî ragihandiye, bi zindî hate şewitandin

DAIŞê ew kesê ku nûçeya kuştina Ebû Bekir Bexdadî ragihandiye, bi zindî şewitand.

K24 – Navenda Nûçeyan

DAIŞê ew kesê ku nûçeya kuştina Ebû Bekir Bexdadî ragihandiye, bi zindî şewitand.

Jêderekî navxweyî li parêzgeha Neynewayê aşkere kir, çekdarên DAIŞê yek gotarbêjên mizgefteke Tileferê bi navê Ebû Quteybe bi zindî şewitand.

Ebû Quteybe kesekî nêzîkî Ebû Bekir Bexdadî bû, berî 2 rojan di gotara roja Înê de amaje bi kuştina Ebû Bekir Bexdadî kiribû, çekdarên DAIŞê jî piştî nimêja Înê ew gotarbêj destser kirin û bi zindî şewitandin.

Li gor medyayên Iraqê, Îna borî gotarbêj Ebû Quteybe di gotara xwe de dema behsa Ebû Bekir Bexdadî kir giriya, ew jî wek amajeyekê bi kuştina Ebû Bekir Bexdadî hat hestkirin, ji ber ku berî çend rojan berpirsên Rûsî ragihandin, Bexdadî di êrîşeke firokeyên Rûsî li Reqayê hatiye kuştin.

Ew melayê DAIŞê li pêş hejmareke mezin ji amadebûyên mizgeftê daxwaza ragirtin û berdewamiya şer kir, deme navê Ebû Bekir Bexdadî anî, giriya û demekê bêdeng bû û piştre ayetên Quranê xwend. Çekdarên DAIŞê ew yek wek ragihandina nûçeya kuştina Bexdadî zanîn.