Viyan Dexîl: Serkeftina rastî bi rakirina hizra tundrewiyê dibe

Parlementera Kurd a Êzidî di Parlementoya Iraqê de Viyan Dexîl ragihand, rizgarkirina Mûsilê di warê serbazî de, ne wateya ku serkeftina bi yekcarî li ser DAIŞê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementera Kurd a Êzidî di Parlementoya Iraqê de Viyan Dexîl ragihand, rizgarkirina Mûsilê di warê serbazî de, ne wateya ku serkeftina bi yekcarî li ser DAIŞê de ye.

Di daxuyaniyekê de Viyan Dexîl ragihand, “Di demekê de ku destxweşiyê li hêzên Pêşmerge, artêş, polîs û hêzên din yên beşdarî proseya leşkerî bûne dikim, ku karîn li Mûsilê bi ser çeteyên DAIŞê bikevin, lê serkeftina rastî ew e ku tevahiya navçeyên di bin destê DAIŞê de li (Tilefer û Hiwêca) û navçeyên din ji destê DAIŞê bêne rizgarkirin.”

Viyan Dexîl ku keseke bi berevaniya li Kurdên Êzidî navdar e, ku rastî komkujî û revandinê ji aliyê DAIŞê bûne, dibêje: “Rizgarkirina xakê tenê ne bes e. Rakirina hizra tundrewiyê ji hişê teroristan, ji pêşîneyan e.”

Herwiha gotiye: “Heta tevahiya mafan ji gelên Iraqê yên ku di meydana şer de bûne û kesûkarên wan şehîd ku bi navê rizgarkirina xaka dagîrkirî bûne qurbanî venegere, heta Êzidiyê ku hatine revandin û kesên din rizgar nebin, serkeftina rastî bidest nakeve.”