Erdogan: Almanya xwe bi xwe dikuje

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, heta Almanya endamên Cemaeta Gulen radestê Tirkiyê neke, ewê wan wek parêzerê terorîstan bizanin û da xuyakirin, Almanya bi rênedana axaftin û civînên wî jî xwe bi xwe dikuje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Erdogan beriya ku bo beşdariya civîna G20'ê biçe Hamburgê,  derbarê rojevê de bo rojnameya “Die Zeit” axivî û got, ew rênedana Almanyayê bo axaftinên wî qebûl nake û ji van biryaran dê herî zêde Almanya zerer bibîne.

Her weha got, gelek kesên ku bi beşdariya derbeya leşkerî tên tometbarkirin, xwe spartine Almanya û heta ku ew neyên radestkirin ewê Almanya wek parêzerê terorê bibînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanya dabû xuyakirin, bo tiştên wiha divê berê ji Wezareta Derve destûr bê wergirtin û da zanîn di çalakiyan de nîşandana axaftinên Erdogan bi rêya vîdeokonferansê jî di çarçoveya qedexeyê de ye.