Yekîtiya Ewropa endametiya Tirkiyê ragirt
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamentoya Ewropayê pêşniyara "Rawestandina Danûsendinên Endamtiya Tirkiyê" erê kir.
Parlamentoya Ewropa îro derbarê pêşniyarnameya rawestandina danûstandinên endamtiya Tirkiyê civiya. Parlamento bi 477 dengan pêşniyarname pejirand.
Rapor ji hêla Katî Pîrî ve hatibû amadekirin û banga rawestandina danusendinan hatibû kirin. Di raporê de guhertinên destûra Tirkiyê yên bi referanduma 16'ê Nîsanê, dijî pîvanên Kopengagê tên dîtin.
Katî Pîrî duh dabû xuyakirin, eger Tirkiye wan guhertinan cîbicî bike êdî endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropa mimkun nîne.
Di raporê de, çalakiyên tund yên PKK, hewldana derbeya serbazî ya 15'ê Tîrmehê jî tên şermezarkirin.
Biryarên Parlamentoya Ewropayê bo welatên Yekîtiya Ewropa wek pêşniyar tên dîtin û Rêvberiya Yekîtiya Ewropa dikare wan biryaran bicîh neke.