Polîsa Federalî: Di çend demjimêrên nêzîk de, Mûsila Kevin dikeve

Fermandariya Polîsê Federalî kontrolkirina kolana Nuceyfî ragihand û aşkere kir jî, ku di çend demjimêrên nêzîk de tevahiya Mûsila Kevin kontrol dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Polîsê Federalî kontrolkirina kolana Nuceyfî ragihand û aşkere kir jî, ku di çend demjimêrên nêzîk de tevahiya Mûsila Kevin kontrol dikin.

Fermandariya Polîsa Federalî ya Iraqê ragihand, di şer û pevçûnên li dijî çekdarên DAIŞê li navçeya Mûsila Kevin de, karîn 74 çekdarên DAIŞê bikujin û 3 pêgehên DAIŞê jî wêran bikin.

Amaje bi wê jî kir, hêzên wan bi dehan welatiyên sivîl li navçeya Mûsila Kevin rizgar bikin û tenê 150 metro maye ku tevahiya Mûsila Kevin kontrol bikin.

Zêdetirî ji 2 hefteyan e hêzên Iraqî çûna nava Mûsila Kevin, heta niha jî çendîn navçe jê kontrol kirine.