Asayişa Kobanê Berdevkê Şepêla Pêşeroj binçav dike

Berdevkê Partiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê li Kobanê ji aliyê Asayîşa Rojava hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Partiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê li Kobanê ji aliyê Asayîşa Rojava hate binçavkirin.

Peyamnêrê K24ê ragihand ku, îro Asayîşa Kobanê Berdevkê Partiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê Elî Temê li gundê Tel Xezal ya ser bi bajarê Kobanê binçav kir.

Tê zanîn ku Elî Temê yek ji medyakarên bû ku rewşa êrîşa li ser Kobanê bo kenalên cîhanî vediguhêst.

Berî niha jî Asayîşa Rojava li hemû navçeyên Kurdistana Rojava serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) binçav kirine û heta niha jî di zindanên Rêveberiya Xweser de dimînin.