Emar Hekîm gefê li Kurdistanê dixwe
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn derbarê civîna duh ya 4 fraksiyonên Kurd ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan li Bexdayê aşkere dike, Emar Hekîm di civînê de encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê wek gef ji welatên navçê re binav kir û gefa derxistina xelkê Ereb bo kolanan li dijî Kurdistanê xwar.
Duh fraksiyonên YNK, Tevgera Gorran, Yekgirtû û Komela Îslamî li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya ya Şîeyan civiyabûn.
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn ku yek beşdarên civînê bû ji K24ê re got: “Axaftinên Emar Hekîm gef bûn li Herêma Kurdistanê û digot ku Iraq encamdana referandûmê qebûl nake û em nikarin kolanan kontrol bikin. Wateya wê jî ew e ku ewê kolanan li dijî Kurdistanê sor bikin.”
Mosena Emîn amaje bi wê jî kir, wî bersiva da Emar Hekîm û got: “Tiştê ku me ji te bihîstiye tenê gef bûn, gefa kolanê û welatên cîran bûn. Ev Iraqeke nû ye û ne wek serdemên berê ye. Me hêvî dikir zimanekî din ji te bibihîsin. Ew zimanê ku bibêje, Iraq ji Iraqiyan re ye û her beşek ji Iraqê vîn û mafê xwe pêk bîne û biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Serxwebûn mafê gelê Kurdistanê ye û ew maf di destûr, demokrasiyê û Îslamê de hatiye tekezkirin.
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn ragihand jî, nûnerên Kurd ên din di civînê de bersiba Emar Hekîm nedan, ji ber wê jî wî bersiva Emar Hekîm daye.