DAIŞ tola şikestina li Mûsilê, li zarokên Tileferê vedide

Fermandarekî Heşda Şeibî aşkere kir, çekdarên DAIŞê tamaneke hovane li bajarokê Tileferê li rojavayê Mûsilê encam daye û 7 zarok bidarve kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarekî Heşda Şeibî aşkere kir, çekdarên DAIŞê tamaneke hovane li bajarokê Tileferê li rojavayê Mûsilê encam daye û 7 zarok bidarve kirine.

Fermanderê di hêza Heşda Şeibî de Cebar Mamorî ragihand, ji ber şikestina li Mûsilê, çekdarên DAIŞê di çend rojên borî de çendîn tawanên hovane li dijî xelkê Tileferê kirine. Îro jî 7 zarok bidarve kirin û laşên wan jî bi stûnên kehrebê ve hêştine.

Wî fermandarî Heşda Şeibî got jî, DAIŞê ew tawan wek tolvedanekê ji dijî malbatên wan zarokan kirine, ku dixwastin ji Tileferê birevin û biçine navçeyên ne di bin kontrola DAIŞê de.

Bajarokê Tileferê dikeve rojavayê Mûsilê û xelkê wê ji pêkhateyên Tirkmenên Şî'î ne, ji sala 2014an ve di bin kontrola DAIŞê de ye. Berî demekê jî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotibû, operasyona rizgarkirina bajarokên Tilefer û Hiwêce dê demeke nêzîk de dest pê bike.