300 hezar Yemenî bi nexweşiya Kolîra ketine

Xaça Sor a Navdewletî radigihîne, ji ber şerê navxweyî û birçîbûn û nebûna xizmetguzariyê ava pak, bêhtir ji 300 hezar Yemenî bi nexwaşiya Kolîreyê ketine û hejmar ber bi zêdebûnê ve ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xaça Sor a Navdewletî radigihîne, ji ber şerê navxweyî û birçîbûn û nebûna xizmetguzariyê ava pak, bêhtir ji 300 hezar Yemenî bi nexwaşiya Kolîreyê ketine û hejmar ber bi zêdebûnê ve ye.

Berpirsê Herêmî yê devera Rojhilata Navîn di Xaça Sor a Navdewletî de Robert Mardini ragihand, ji ber şerê navxweyî û birçîbûnê, bêhtir ji 300 hezar Yemenî bi nexwaşiya Kolîreyê ketine, rojane jî 7 hezar kes bi wê nexweşiyê dikevin.

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Tenduristiya Navdewletî jî duh ragihandibû, 297 hezar nexweşên Kolîreyê li Yemenê hatine tomar kirin. Yek hezar û 706 kes jî ji ber wê nexweşiyê canê xwe jidest dane.

Deverên herî pir ew nexweşî lê belav dibe, rojavayê Yemenê ye ku şer û pevçûnên tund di navbera Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Siûdiye û Hosiyan (Îran piştevaniya wan dike) derdikevin.