Erdogan: We çima Ahmet Turk azadkir?

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan beşdarî panel a 15ê Tîrmehê (salroja hewla kodetaya leşkerî li Tirkiyê) bû û berê xwe da Wezîrê dadê: We çawa Ahmet Turk azadkir?

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan beşdarî panel a 15ê Tîrmehê (salroja hewla kodetaya leşkerî li Tirkiyê) bû û berê xwe da Wezîrê dadê: We çawa Ahmet Turk azadkir?

Erdogan diyarkir, Bi egera ku gelek nexweş e Hevserokê Şaredarê Mezin ê Mêrdînê we azadkir! Ev çawa nexweşî ye, tê serbest berdan, paşî beşdarî meşan dibe? Birêz Wezîr, ma ewî raporek temam ji nexweşxaneyê girt? Ew rapor nîşanî we dan? Çawa hate serbestberdan? Gerek di bin çavan da bû ya!