Şandeke YNKê serdana Îranê dike

Biryar e sibe 16 Tîrmehê, şandeke bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serdana Tehranê paytexta Îranê bike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe 16 Tîrmehê, şandeke bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serdana Tehranê paytexta Îranê bike.

Li gor zanyariyên peyamêrê K24ê, şanda YNKê ji Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl, Berpirasê Karîger ê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar û endamê Polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî pêk tê.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax nûçeya serdana şanda YNKê bo Tehranê piştrast kir û ji K24ê re got: “Biryar e sibe piştî nîvro, şanda YNKê bigihe Tehranê û bi baweriya min civîna wê şandê ligel berpirsên Tehranê zêdetir guftûgo li ser rewşa Herêma Kurdistanê û navçê dibe. Herwiha başkirina pêwendiyan, bi taybet di vê rewşê de.”

Nazim Debax got jî: “Hatina şanda YNKê bo Tehranê, li ser banghêşta fermî ya Îranê ye, lê heta niha bernameya kar û hevdîtinan a wê şandê ligel berpirsên Îranê nehatiye diyarkirin.”

Ev serdana şanda YNKê bo Tehranê ji piştî civîna Polîtburoya YNKê roja 12 vê mehê tê, ku tê de biryar hat dayîn şandeke wê partiyê serdana welatên cîran bike bo guftûgokirina pirsa referandûmê. Herwiha gotûbêjkirina rewşa aborî û pirsgirêkên avê û rûbaran û hin projeyên aborî, ku biryar bû li parêzgeha Helebçe bên kirin.