Serokatiya Herêma Kurdistanê nûçeyekê derbarê serdana Barzanî bo Kerkûkê red dike

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê nûçeyeke derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Kerkûkê red dike û radigihîne: “Ti daxuyaniyeke rojnamevanî nedaye, ku ewqas kenalên ragihandinê bi navê min nûçeyan belav dikin, ku Serok Barzanî serdana Kerkûkê dike.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ji K24ê re ragihand, “Di hin kenalên ragihandinê de hatiye bekavkirin, ku min îro di konferaseke rojnamevanî de ragihandiye, ku Serok Barzanî serdana Kerkûk dike. Vê nûçeya ne rast red dikim û min îro ti daxuyanî bi vî awayî nedane medyayê. Ew nûçe li ser zarê min belav kirine, min îro ti daxuyanî nedane medya, ta behsa wê serdana Serok Barzanî kiribe. Ji vir de radigihînim ku min ew nûçe ne rast e.”