Zarokeke Kurd a Êzidî hate rizgarkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê hêzên polîsa Neynewayê Emîd Rukin Wasiq Hemdanî ragihand, hêzên polîsan karîn zarokeke Kurd a Êzidî li rojavayê Mûsilê rizgar bikin. Çarenivîsa malbata wê ne diyar e.

Wî fermandarî di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên ser bi Fewca 3 ya polîsa hawarçûnê ve karîn zarokeke 6 salî yê Êzidî bi navê  Siriye Sîdo ye rizgar bikin.

Amaje bi wê jî kir, heta niha çarenivîsa malbata wê zarokê ne diyar e û nayê zanîn ku di destê DAIŞê de ne yan hatine zirgarkirin.

Di daxuyaniyê de Wasiq Hemdanî aşkere kiriye jî, rizgarkirina wê zarokê di riya hevkariya welatiyekî niştecihê taxa Somer ya li rojavayê Mûsilê bûye.

Hefteya borî, artêşa Iraqê serkeftina yekcarî li Mûsilê ragihand, piştî ku dawî taxên di destê DAIŞê de rizgar kiribûn.

Operasyona Mûsilê di 17 Cotmeha 2016an de bi operasyona hêza Pêşmerge dest pê kir û piştre artêşa Iraqê qonax bi qonax taxên Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar kirin.

Tê texmînkirin ku ew zarok roja 3 Tebaxa 2014an bi dagîrkirina Şingalê re ligel malbata xwe ketibe destê DAIŞê.