Herî zêde, zarok dibin qurbanî

K24 – Navenda Nûçeyan

Zarok qurbaniyê yekem yê şer in, hem bi xwe dibin qurbanî û hem dema bavên wan di şer de tên kuştin, jiyana wan tê guhartin.

Şerê DAIŞê bi giştî û kontrolkirina duyem bajarê mezin ê Iraqê (Mûsil) ji aliyê çekdarên tundrew ên DAIŞê ve, gelek zarok bûn qurbanî û heta niha hêzên ewlehiyê di jêrzemîn û avahiyên rûxandî bi mirî û sazî zarokan dibînin.

Rojnameya “Daily Mail” a Brîtanî wêneyên du zarokên biçûk belav kirine, ku hîna zindî mabûn, ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê di xaniyekî rûxandî de li navenda Mûsila Kevin ya li rojavayê Mûsilê dîtibûn.

Ji bilî wan jî, keçeke din bi heman awayî di bin xaniyekî û keviran de derxistibûn û navê wê “Emîne” ye.

Daily Mail belav kiriye, ku proseya lêgerîn û pişknînê bo rizgarkirina kes û zarokên ku hîn xweş bin, heta niha berdewam e.

Hîna li wan navçeyên ku dengê teqe û bombeyan lê tê bihîstin, egera hene ku zarok di bin dîwarekî rûxandî mabe, ji ber ku beşê mezin ji çekdarên DAIŞê heta dawî demjimêra şer li bajêr mabûn û jin û zarok ligel wan bûn.

Daily Mail nivîsiye, ew navçe gelekî wêran bûbûn û zarok jî gelekî birçî bûbûn û hewl daye ku goştê xav bixwe.

Li gor wê rojnameya Brîtanî, zarokekî din yê bêhal çûye nava paşmayên xaniyekî rûxandî box we ji germê biparêze û bi kaxeza dije agir pêçandibû. Piştre tîmên bijîşkî bi hawara wî çûn.