Baydemîr bo Erdogan: Kurd birayên te bana te gef li wan nedixwar

kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de bersiva encamnameya Lijneya Ewlekariya Netewî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan da û got: Ger Kurd birayên te bana te gef li rêveberî û xelkê Başûrê Kurdistanê nedixwar.

Baydemîr di civîna partiya xwe ya di parlementoya Tirkiyê de bersiva Erdogan da û got: "Hûn ji kîjan aliyî ve lê binihêrin û binirxînin bê serûberiyek heye û em li beramberî dubendiyekê ne. Dibêje "53 birayê min yê Kurd" Ev derew e. Çima? Ger te bi çavê birayetiyê li Kurdan binihêrtina te ew maseya muzakereyê têk nedibir. Ger te bi çavê birayetiyê li Kurdan binihêrtina te nedigot 'Kobanî ha ket ha ket.' Ji bo ku desthilat û berpirsiyariya siyasî tu yî ji wan mirinan jî tu berpirsiyar î. Ger te bi çavê birayetiyê li Kurdan binihêrtina, te di daxuyaniya Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî de cih nedida rêvberiya Herêma Kurdistanê.”

Herwiha Baydemîr berdewam kir û got: “Serxwebûn ji bo te çima ferz e, lê ji bo Kurdan wê ne ferz be? Ew tiştê ku ji bo te maf be ji bo Kurdan çima ne maf be? Tiştê ji bo te heq be ji bo HDPê çima ne heq be? Tiştê ji bo te helal be, ji bo Kurdan çima heram be? Em careke din dibêjin, wek HDP vîn-îradeya Herêma Kurdistanê qebûl dikin û dibêjin li ser serê me ye."