Nefreta we nikare hêviyên Kurdistanê!

Kurd24

Biryara Serokatiya siyasî ya Kurdistanê ya referendûma serxwebûna Kurdistanê, hêviyên hezarsalan a neteweyê Kurd û coxrafya Kurdistanê vejand. Pêşewaziya herî germ li her deverên Kurdistanê ji bo vê biryara dîrokî hate nîşandan.

Ev sekn a Kurdistaniyan bîngehek xwe ya qayim a civatî -sosyolojîk, derûnî – psîkolojîk heye. Yekem car e di dîrokê de, Kurdistan hesta xwe ya yeksanî ligel hemû neteweyan / dewletan di heman astê de tîne ziman.

Biryara referendûma serxwebûna Kurdistanê, herweha bîngehek xwe ya mirovî, demokratîk heye, ku welatên cîhanê jî dijberî hemberî vîn a Kurd / Kurdistanê ji bo diyarkirina îradeya neteweyî nîşan ne da. Dijberên referendûma nîjadperestên dagîrker û yek dewlet tenê ye. Ew dewlet jî Komara Islamî ya Îranê ye, ku serxwebûna Kurdistanê hemberî berjewendiyên xwe yên demkî û stratejîk dibîn e.

Lê îradeya / biryara Serokatiya siyasî ya Kurdistanê ku referendûma serxwebûna Kurdistanê bi rêya diyalog, danûstandin û metodên şaristanî yên demokratîk pêkbîn e, planên dijminên Kurdistanê jî têk dide. Di hevdîtina xwe ligel balyozê Komara Islamî bi xwe, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî danûstandinên şaristanî wekî rêya çareseriyê diyarkir.

Sekna Kurdistanê di proseya referendûma serxwebûna Kurdistanê de, sekna demokratîk, sekna dijberên referendûma serxwebûnê wekî seknek nedemokratîk, nemirovane dikare were lidarxistin. Yên ku îradeya gelê Kurdistanê nasnakin, dixwazin îradeya xwe ya parastina statuko, parastina diktatoriyê hemberê gelê Kurdistanê, nefreta nîjadperestiyê bi ser gelê Kurdistanê de bisepînin!

Li aliyek din, hin dengên navxweyî yên dijberê serxwebûn û vîn a gelê Kurdistanê, bi bîngehên ideolojîk ên kevnare, ku ji alî mirovayetiyê ve hatine herifandin û vala derketin e, li dij serxwebûna Kurdistanê derdikevin. Li dij dewletbûna Kurdistanê helwêstê nîşan didin, lê rêz a herî mezin ji dewletên dagîrkerên Kurdistanê re nîşan didin. Ji ber ku rêz a wan ewqas ji dagîrkerên Kurdistanê û nirxên dagîrkeran re heye – rojavayê Kurdistanê bi bakurê Suriye binav dikin (rêz ji bo dewleta Suriye). Di helkeftên xwe de rêzê li Ala Tirkiye re nîşan didin, dibêjin ne li dij yekparşeyiya deleta Tirkiye ne (rêz ji bo dewleta Tirkiye). Ji xwe ligel Komara Islamî di nav pêwendiyê herî kûr de ne (rêz li dewleta Îranê).

Di medyaya xwe de, di rojên dawî de bi nefretî li hemberî biryara referendûma serxwebûna Kurdistanê radiwestin. Dixwazin rol a dijberiya Kurdistanê ya berî sedsalan li Kurdistanê hatî jiyandin û rê liber serxwebûna Kurdistanê de girtî, bigrin ser milên xwe.

Jibîr dikin, Serokatiya siyasî ya Kurdistanê bi biryara xwe ya referendûma serxwebûna Kurdistanê, vîn / îradeya Kurdistanê hilgirtiye ser mile xwe. Biserxistina vê îradeyê, ne serxistina partiyek, rêxistinek, kesayetiyek e. Vîn a Kurdistanê ye. Nefreta wan dê tu caran nikaribe hemberî vîn, hêvî û eşq a Kurdistanê biser bikeve!

18 Tîrmeh 2017