Erdogan bo krîza Qeterê serdana welatên kendavê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, serdana Serokomarê Tirkiyê ya welatên Kendava Erebî bi armanca çareseriya krîza Qeterê ye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, 23'ê Tîrmehê serdana welatên Kendavê, Kuwêt, Qeter û Erebistana Siûdî dike. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, daxwaza serdanê berê hebû, lê niha dem hatiye diyarkirin.

Çawîşoglu da zanîn, ew hewldanên Kiwêtê bo çareseriyê girîng dibînin û herî dawî Wezîrê Derve yê Amerîka jî serdana Herêmê kiriye û Tirkiye piştgirî dide hemû hewldanên çareseriyê.

Çawîşoglu da xuyakirin jî, ew wek Tirkiye dixwazin, kêşe di nav hiqûqa biratî de û bi rêya diyalogê çareser bibe û di vê warê de Şahê Erebistana Siûdî Selman bêtir dikare rol bilîze.