Çete gefê li xelkê Mûsilê dixwin

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Neynewayê ragihand, komek çete ku cilûbergên leşkerî lixwe kiribûn di 12 demjimêrên borî de 3 tawan li navçeyên rizgarkirî li rojhilata Mûsilê kirin.

Efserê di polîsa Navxwe ya Neynewayê de Emîn Seîd Cibûrî ragihand, 16 çekdaran ku cilûbergên lixwe kiribûn bi 2 otombîlên leşkerî ji cura (Ford - Pick up) di derengê şeva borî de bi ser mala xwediyê dikaneke guhartina diravan de de girtin li taxa Rîfaq 170 milyon Dînarên Iraqî (155 hezar dolarê Amerîkî) dizîn.

Herwiha Cibûrî got, heman wan çete û dizan piştî wê bûyerê, li taxa Grûpa Çandî li bakurê Mûsilê bi ser mala xwediyê xwarngehê de girtin û 70 milyon Dînar (60 hezar Dolarên Amerîkî) û zêr dizîn.

Cibûrî li ser zar yek ji wan kesên ku dizî ji wan hatiye kirin dibêje: “Ew çeta di bin gefa bikaranîna çek de dibêjin yan pereyan bidin, yan hûnê bên kuştin. Ew çete çekên bêdeng bikar tînin.”

Herwiha Efserê di polîsa Navxwe ya Neynewayê de da zanîn jî, wê grûpa çeteyan li taxa Şurta li bakurê Mûsilê jî bi ser mala zêrkarekî de girtin û 40 milyon Dînarên Iraqî (33 hezar Dolarên Amerîkî) dizîn û teqe li wî kirin, ku ji lingê xwe ve birîndar bû.

Polîsa Iraqê
Polîsa Iraqê

Li gor zanyariyan, ew çete piştî ku dizî û talanê dikin, berve cihekî ne diyar ve direvin û xwe vedişêrin.

Heta niha hêzeke Dezgeha Ewlehiya Niştimanî û Dijeteror û Polîsa Neynewayê çûne cihê wan bûyeran û yekîneyeke taybet ya hewalgîriyê dest bi wergirtina zanyariyan li ser wê grûpê ji bîneran kirine.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê roja 17 Cotmeha 2016an bi beşdariya her yek ji hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî dest pê kir. Hêzên Iraqî roja 10 Tîrmehê kontrolkirina tevahiya Mûsilê ragihandin.