Insiyatîfa piştgiriya Referendûmê xebatên xwe berfereh dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Insiyatîfa piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê ku di Komxebata Piştgiriya Referendûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê de hatî hilbijartin çarçoweya xebatên xwe berfereh dike. Liser navên Insiyatifê Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê PSK Mesud Tek, Cîgirê Serokê PAK Vahit Aba, Berdevkê Tevgera Azadî Sitki Zîlan û endamê Insiyatifê Sebahattin Korkmaz seredana HUDA-PAR kirin û ji alî Serokê HUDA-PAR Zekeriya Yapicioglu ve hatin pêşwazîkirin.

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak agahdariyê xebata Insiyatifê ragihand û diyarkir ku, jib o piştgiriya referendûma Kurdistanê amade ne bi her aliyek re bikevin nav hevkariyê de. Serokê HUDA-PAR Yapicioglu jî kêfxweşiya xwe ji seredana anî ziman û diyarkir ku, ew piştgirê referendum û encama iradeya referendûmê ne.

Di çarçoweya xebatên xwe de Insiyatif bi nûneriya Sertaç Bucak û Vahit Aba seredana HAK-PAR kirin û ligel Serokê HAK-PAR Refik Karakoç liser referendûmê û xebatên hevkar danûstandin kirin.