El Watan: Îxwan Musilimîn, Hizbullah û Husî li Tirkiye civiyan

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya El Watan a Erebistana Siûdî, liser zarê jêderek bilind ê siyasî ragihand ku, Brayên Musilman (Îxwan Muslimîn), Hizbullah û Husiyên Yemenî li Tirkiye civînek lidar xistine.

Ligor rojnameyê, her sê aliyan hevkariya maddî û rêxistinî girtine dest û armanca wan jî têkoşîna dijî Erebistana Siûdî bûye. Piştgiriya aborî ji bo van aliyan ji alî Qeter û ya civînan jî, ji alî Tirkiye ve hatiye pêkanîn.