Leşkerên Îranê ciwanekî Bakurê Kurdistanê dikujin

K24 – Navenda Nûçeyan

Leşkerên Îranê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê ciwanekî Kurd kuştin.

Li gor zanyariyan li navçeya Geverê gundê Onbaşilarê ku nêzikê sînorê Îranê ye dema ciwanekî Kurd ê bi navê Kamuran Firat çûye ber ajalên xwe leşkerên Îranê li ser wî reşandine û ew kuştine.

Li nexwaşxaneya dewletê ya Geverê kesûkarên Kamuran Firat kombûn û li wê derê ragehandin, Kamuran Firat derbasî aliyê rojhilat nebûye, lê dîsa jî leşkerên Îranê bi zanayî gule berdane wî.

Derbarê bûyerê de Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê lêpirsîn da destpêkirin.